Di encama protestoyên li Ermenîstanê de 60 kes birîndar bûn

Li Erîvana paytexta Ermenîstanê di encama protestoyên ku li hember Serokwezîr Nîkol Paşînyan hat kirin de bi tevî polês û xwepêşandanan 60 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.06.2022 14:05:32 / Güncelleme: 04.06.2022 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh, xewpêşandanên ku daxwaz dikin bila Serokwezîr Nîkol Paşînyan dev ji wezîfeyê berde, ji ber ku daxwaz kirin bikin nav avahîya hikumetê di navbera xwepêşandan û polêsan de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de polês jî midexele kir û gelek kesan binçavkirin kir.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Ermenîstanê ve hat daxuyandin ku di encama protestoyên doh de 39 jê polês tev de 60 kes birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku gelekê birîndaran hatin tedawîkirin û ji nexweşxaneyê derketin.

Protestoyên ku blokên Ermenîstanê, Partîya Komarîtîyê û partîyên Taşnaksutyun û Rodînayê jî beşdar bûne, ji roja 1ê Gulanê heta îro berdewam dike. (ÎLKHA)