Li Slovakyayê qezaya tirênê: 35 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Slovakyayê di encama li hev ketine tireneke rêwî û lokomotîfek de 35 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.06.2022 11:05:33 / Güncelleme: 04.06.2022 11:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya tirênê ya ku di navbera Varîn û Vrutkya li herêma Zîlînayê ye de tirêneke rêwî ji ber xirabeyek sekinîya û lokomotîfeke ku ku di ‘eynê rê de dihat li tirênê qelibî.

Hat destnîşankirin ku şofêrê lokomotîfê ji ber ku bi zûtirî pêlê firênê kirîye tesîra lêxistinê hindik bûye.

Di encama qezayê de 2 jê giran 35 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)