Li Nîjeryayê tesîsa ku LPG tê tijîkirin teqîya: 20 birîndar

Hat destnîşankirin ku li bajara Kanoya Nîjeryayê di tesîseke ku LPG dihat tijîkirin de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 20 kes di encama şewatê de birîndar bûn.

Ekleme: 03.06.2022 15:15:30 / Güncelleme: 03.06.2022 15:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, di nav dikaneke masîvana ku li bajara Kanoya li herêma Karshen-Kwaltaye de şewat derket û wê şewatê pijiqî tesîsa ku li wê derê LPG dihat tijîkirin.

Di encama pijiqandina agir de teqîn pêk hat û gelek dikanên derdorê zirarê dîtin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)