Li Brezîlyayê hêjmarên mirîyên ku ji ber lehîyê mirin derket 127 kesan

Li çend herêmên cuda yê wîlayeta Pernambucoya Brezîlyayê ji ber barîna barana zêde lehî û hezaz pêk hatibû û di encama wan lehî û hezazê de hêjmarên mirîyan derket 127 kesan.

Ekleme: 03.06.2022 10:30:28 / Güncelleme: 03.06.2022 10:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Paulo Camarayê Walîyê Wîlayeta Pernambucoyê daxuyand ku, ji ber barîna barana zêde ya ku ji hefteya borî xwe tesîr dike, ji ber vê yekê lehî û hezaz pêk hatin, di encama lehî û hezazê de 127 kes mirin û 2 kes jî hê winda ne.

Hat destnîşankirin ku ji ber barîna barana zêde di 51 bajaran de xesar pêk hat û di 31 bajaran de jî rewşa acîl hat îlankirin.

Hat îfadekirin kesên ku ji malên xwe bûne jî di 27 bajaran de di nav 111 sitargehan de dijîn. (ÎLKHA)