Li Pakîstanê êrîş li leşkeran hat kirin: Mirîyek

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Xeyber Pextunxuya Pakîstanê êrîş li leşkeran hat kirin, di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest da.

Ekleme: 03.06.2022 10:05:27 / Güncelleme: 03.06.2022 10:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji artêşa Pakîstanê hat belavkirin, komeke êrîşdar li herêma Datta Heka li navçeya Bakura Vezîrîstana wîlayeta Xeyber Pextunxuyê êrîş li qereqolek kir û pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de Sepoy Hamîd Alî (28)yê leşkerê Pakîstanê canê xwe ji dest da.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji bona wan êrîşdaran bên qefaltin operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)