50 DAÎŞî ji Iraqê re hatin teslîmkirin

Hicreya Ragihana Ewlehîya Iraqê daxuyand ku PKK/YPG 50 DAÎŞî yê ji welatîyên Iraqê ne teslîmê Fermandarîya Operasyonên Hevpar a Iraqê kir.

Ekleme: 02.06.2022 15:20:36 / Güncelleme: 02.06.2022 15:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku endamên DAÎŞê ji hêzên Iraqê re di Derê Sînora Rabîayê de hatin teslîmkirin û ji bona ku îfadeyên wan bên girtin jî hatin birin Teşkîlata Îstîhbarata Federalê.

PKK/YPG sala borî jî 100 DAÎŞîyên ku di nav girtîgeha Sûrîyeyê de ne teslîmê bireveberîya Iraqê kiribû.

Tê destnîşankirin ku hê jî 3 hezar û 500 DAÎŞîyên Iraqî di nav girtîgehên ku di bin qontrola PKK/YPG de ne de tên girtin. (ÎLKHA)