Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ji xêrxwazan re banga ‘Qurbanê’ kir

Salîh Guzelê Serokê Komeleyê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê di daxuyanîya xwe de got ku ew ji bona sala 2022yan bi şîara ‘Bila Qurbana We Bibe Hêvî’ hemû xebatên xwe qedandine.

Ekleme: 02.06.2022 15:10:15 / Güncelleme: 02.06.2022 15:10:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guzel di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew bi navê Karwana Hêvîyê ya Êlîhê, bi tevî wekaletên xêrxwazan, ji bona ku ji wan xêrxwazan re bibin alîkar heta temînkirina qurbanan, ji bona jêkirinê ciheke paqij, jêkirin, amadekirin û belavkirina ji bona feqîran ji wan re dibin alîkar.

Guzel, di berdewama daxuyanîya xwe de dîyar kir ku qurban, nêzbûna Xwedê ye, qezenckirina hezkirina Xwedê ye û şikirkirina ji bona nî’metan e.

“Qurban, îbadeteke bi meddîye û nîşaneke girêdayîbûna ji Xwedê re ye”

Guzel di axavtina xwe de destnîşan kir ku qurban, bi belavkirinê nêzbûna muminan e û weha li axavtina xwe zêde kir, “Qurban, şîara Îslamê ye, îbadeteke bi meddîye û nîşaneke girêdayîbûna ji Xwedê re ye. Li gorî rîvayetan pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) di dema sala 2yemîn a hîcretê de heta ku rehmet kirîye, her sal qurbanê daye. Misilmanan jî beşdarê vê sinnetê dibin û ji wê rojê heta îro ev îbadeta qurbanê bi cih tînin.”

“Em di nav civakê de xebatên alîkarîyê, biratîyê û hezkirinê ji bona ku bi qewet bibe wan xebatan bi şiûra îbadetê bi kar tînin û dikin.”

Guzel di domandina axavtina xwe de dîyar kir ku ew di navbera feqîr û xêrxwazan de wezîfeyek pirê dibînin û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê, bû çend sale di navbera feqîr û xêrxwazan de wezîfeyeke pirê dibînin û di nav civakê de xebatên alîkarîyê, biratîyê û hezkirinê ji bona ku bi qewet bibe wan xebatan bi şiûra îbadetê bi kar tînin û dikin.”

“Bila qurbana we bibe hêvî”

Guzel di berdewama axavtina xwe de ragihand ku ew hazirîya xwe yên qurbanê qedandine, “Sîya mewsîma ku qurban tê de bê jîyankirin hat ser serê me. Em bi navê Karwana Hêvîyê bi şiûra îbadet û mesulîyeta civakî, bi hevparên me yên xebatkaran re sala 2022yan bi şîara ‘Bila Qurbana We Bibe Hêvî’ hemû xebatên xwe ji bona Êlîhê û ji bona 25 welatên cuda dawî kir û qedand.”

“Em ji bona ku ji xêrxwazan re alîkarîyê bikin amade ne”

Guzel di dawîya axavtina xwe de qala heqê qurbanan jî kir û weha axavtina xwe dawî kir, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê, bi tevî wekaletên xêrxwazan, ji bona ku ji wan xêrxwazan re bibin alîkar heta temînkirina qurbanan, ji bona jêkirinê ciheke paqij, jêkirin, amadekirin û belavkirina ji bona feqîran ji wan re dibin alîkar amade ne. Îsal heqê jêkirina qurbanên me di nav welat de ji 2 hezar û 250 TLyî dest pê dike. Heqê jêkirina qurbanên di welatên derve de jî ji 75 Euroyê dest pê dike. Xêrxwazên me ji bona ku wekaletên xwe bidin me dikarin werin biroyên komeleyên me an jî dikarin di hîsabên banqayên sazîyên me de bidin an jî dikarin bi telefonê bidin me.” (ÎLKHA)