Li Brezîlyayê hêjmarên mirîyên ku ji ber lehîyê mirin derket 107 kesan

Li çend herêmên cuda yê wîlayeta Pernambucoya Brezîlyayê ji ber barîna barana zêde lehî û hezaz pêk hatibû û di encama wan lehî û hezazê de hêjmarên mirîyan derket 107 kesan.

Ekleme: 02.06.2022 12:10:23 / Güncelleme: 02.06.2022 12:10:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hefteya borî li wîlayeta Pernambucoyê barîneke zêde barîbû.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku ji ber lehî û hezazê gelek xanî xira bûn, herî kêm 6 hezar û 650 kes jî ji cihê xwe bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber lehîyê heta niha 107 kes mirin û hê 11 kes jî winda ne.

Li wîlayeta Pernambucoyê di Gulana sala 1966an de ji ber lehîyê 175 kes canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)