Banê bi herî hilweşîya: Dayîk û du zarokên wê mirin

Li Qersê ji ber barîna barana zêde baneke ku ji herîyê hatibû avakirin hilweşîya, di encama hilweşîna banê de dayîk û du zarokê wê di bin bana hilweşîya de man û canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.06.2022 11:30:33 / Güncelleme: 02.06.2022 11:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Verîmlîya Qersê di seatên serê sibê de baneke xanî yê ku ji herîyê hatibû avakirin ji ber barîna barana zêde hilweşîya.

Di encama hilweşîna banê de dayîkek û du zarokên wê yên yek 8 salî û yek jî 10 salî ye di bin banê de man û canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku zaroka qîzik a 12 salî jî ji bin banê derket.

Qîzika ku bi birîndar ji binê bana hilweşîya de derket bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)