4 Filistînî şehîd bûn

Di encama êrîşên rejima îşxalker de ji doh heta îro 3 Filistînî û Yasîn Atîyye El-Misrîyê ji Fermandarên Tûgayên Qudsê ye ku sala borî di dema herba Şûra Qudsê de giran birîndar bûbû jî di nexweşxaneyê de şehîd bûn.

Ekleme: 02.06.2022 10:50:32 / Güncelleme: 02.06.2022 10:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima sîyonîst a îşxalker, li ser ‘erdên Filistînê zilma xwe ya ku bu deh salan e dike berdewam dike.

Doh êvarê rejima îşxalker li bajara Cenînê êrîş li Filistînîyan kir û di encama wê êrîşê de Filistînîyek şehîd bû û 6 Filistînî jî birîndar bûn. Ji doh heta îro hêjmarên Filistînîyên ku şehîd bûne bûn 2 kes.

Li agahîyên ku Wezareta Tenduristî ya Filistînê belav kir Bîlal Ivad Tevfîk Kebhayê 24 salîye jî di encama êrîşên rejima îşxalker de birîndar bûbû û hatibû rakirin Nexweşxaneya Hikumeta Cenînê. Kebhayî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan rihê xwe teslîmê Xwedê kir û şehîd bû.

Di agahîyên ku nexweşxane belav kir de hat destnîşankirin ku di encama van êrîşan de 6 Filistînî jî birîndar bûn û ji van birîndaran 2 kes jî giran birîndar bûn.

Ji van şehîdan pê ve Eymen Mahmud Muheysenê 21 salî jî di encama êrîşên ku li bajara Beytullahîmê hat kirin de şehîd bû. (ÎLKHA)