Li Yemenê bombe teqîya: 3 mirî

Li wîlayeta Şebveya ku li rojhilata Yemenêye teqemenîyeke ku di berê de hatibû kirin binê ‘erdê teqîya, di encama teqînê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.06.2022 15:05:33 / Güncelleme: 01.06.2022 15:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teqemenîya ku li Şebveyê hatibû kirin binê ‘erdê, di dema derbasbûna yekîneyên Konseya Derbasbûna Başur yê ku ji teref Îmaratê ve tê alîkarkirin de teqîya.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin 3 kesên ku ji hêzê Konseya Derbasbûna Başur in mirin.

Hê tu kes xwedî li teqînê derneket û ji teref meqamên fermî jî derheqê kesên ku teqemenîyê teqandine de tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)