Li Dîyarbekir pevçûna bi çek: 4 birîndar

Li navçeya Rezana navenda Dîyarbekir di navbera du komande pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.

Ekleme: 01.06.2022 14:15:31 / Güncelleme: 01.06.2022 14:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du komên ku li Ceddeya Cengîzlera li navçeya Rezana navenda Dîyarbekir di seatên serê sibê de bi dar û keviran li hev xistin û dû re di seatên êvarê de cardin hatin cem hev û bi çekan li hev xistin.

Di encama pevçûnê de 4 kesên ku hê nasnavên nehatine bidestxistin birîndar bûn.

Bi xeberdeyîna mirovan ji cihê pevçûnê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û polês jî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)