Li Fransayê pîrekek ji ber ku bi tesettûr bû nehêştin bikeve rêstoranê

Li Fransayê xwedîyê rêstorenek, ji pîrekeke Misilman re heqaret kir û got ku “Ev tesettûra te cilê wan çaxên tarîyê ye” û ji têketina wê ya ji rêstorenê re astengîyê nîşan da.

Ekleme: 01.06.2022 12:25:35 / Güncelleme: 01.06.2022 12:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fransaya ku tarîxa wê bi dosyeyên neyartîyê tijî ye, tijekirina wê dosyayê xwe berdewa dike.

Fransa bi tevî qanûnên xwe yên ku Misilmana hedef digre, neyartî û êrîşên xwe yên ji pîrekên bi tesettûr, Misilmanan û sazîyên Îslamî re û ji îbadetxaneyan re dike zêde dike.

Mesele li bajara Hendayeya ku li alîyê başura Fransayê ye pêk hat.

Ciwanek û dayîka wê yê ku heftekî borî rezervasyon girtibûn, dema ku hatin li ber derê rêstoranê pîrekeke ku tê destnîşankirin xwedîyê rêstoranê ye ji ber “Tesettûr a ku cilên dema tarîyê ye” mişretîyên xwe negirt hindir.

Wê pîreka ku tê gotin xwedîyê rêstoranê ye û li ser stuyê wê xaç hebûye û yeke xirîstîyan bû ye ji pîreka Misilman re weha got û heqeret li wê kir, “Tesettûr amûreke ku ji pîrekan re stûxwarkirin e”.

Mişterîyê ciwan yê ku ji van gotinan aciz bû, çû ewlehîyê û ji sebeba cihêkarîyê şîkayet kir. (ÎLKHA)