Li Îranê melayek hat qetilkirin

Hat destnîşankirin ku melayek Li wîlayeta Belucîstan-Sîstana ku li alîyê başura Îranê ye ji teref kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve hat qetilkirin.

Ekleme: 01.06.2022 11:05:29 / Güncelleme: 01.06.2022 11:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Belucîstan-Sîstana Îranê melayek hat qetilkirin.

Ahmed Tahîrîyê Midirê Ewlehîyê ji çapemenîya mehellî re daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li gundê Gevazdera ku girêdayê bajara Serbazê ye êrîş li melayê mizgeftê û Mewlana Muhammed Kerîm Hamlîyê ku ji melayên înê yê demborîye hat kirin.

Hat destnîşankirin ku Haşîmî, li ser rêya Îranşehrê dema ku di nav erbeya xwe de bû de êrîş lê hat kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Hamlîyê ku di encama êrîşê de giran birîndar bû hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Tahîrî, di berdewama axavtina xwe de ragihand ku ji bona wan êrîşdarên ku revîyane bên qefaltin ekîbeke bi taybet hat tertîpkirin û derheqê meseleyê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)