Sîyonîstên îşxalker qîzikeke Filistînê şehîd kir

Gufran Harun Verasneya Filistînî, li bajara El-Xelîlê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hat şehîdkirin.

Ekleme: 01.06.2022 10:25:29 / Güncelleme: 01.06.2022 10:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku sîyonîstên îşxalker li nêzê kampa Al-Arubaya li bajara El-Xelîlê êrîş li qîzikeke Filistînî kir.

Qîzika ku birîndar bû hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan şehîd bû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin navê qîzikê Gufran Harun Verasne bû ye û bi mehan jî di zindanên rajima îşxalker de ma ye û di meha Nîsanê de jî hatibû berdan.

Hat îfadekirin ku Gufran Harun Verasne, di Zanîngeha El-Xelîlê ji Beşa Medyayê de mezûn bû ye.

Ji teref kehnîyên mehellî ve hat îfadekirin ku sîyonîstên îşxalker dema ku qîzikê birîndar kirin ji 20 deqîqeyê zêdetir nehêştin ku ambûlans were û midexele bike.

Medyaya îşxalkeran jî îddîa kir ku qîzik teşebbûsa çalakîya bi kêk kirîye. (ÎLKHA)