Li Çadê di navbera madenvanan de pevçûn: Ji 100î zêdetir mirî

Li Çadê di madenên ku li bakura welatin de di navbera karkeran de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de ji 100î zêdetir madenvan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.05.2022 09:35:29 / Güncelleme: 31.05.2022 09:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li madena ku li herêma Kourî Bougoudîya wîlayeta Tîbestîye, di navbera ‘eşîrên Tama û Arabê de pevçûn pêk hat hêjmarên mirîyan 100î derbas bû û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji teref hikumetê ve hat daxuyandin ku tehlîyekirina cinazeyan û birîndaran hê berdewam dike.

Tê îddîakirin ku hêjmarên mirîyan ji 200î jî zêdetire û bi sedan jî birîndar hene. (ÎLKHA)