Ji rejima îşxalker hişyarîya seyahatê

Rajima sîyonîst a îşxalker, ji ber tirsa bersivdayîna albayekî yê ku li Tehranê hat kuştin, sîyonîstên li Tirkîye û li welatên derdorê Îranê hişyar kir.

Ekleme: 30.05.2022 16:10:10 / Güncelleme: 30.05.2022 16:10:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref konseya ewlehîya neteweyîya rejima sîyonîst a îşxalker ve hat dayîn, hat bibîranîn ku Îran, ji kuştina efserê Pasdaran Înqilabê re rejimê mesul dihesibîne.

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin ku çend hefte berê ji teref teşkîlata parastinê ve derheqê Tehranê de ku ew ê ji hedefên sîyonîstan ku li dinyayê dike re zirarê bide de agahîy hatibû belavkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku hişyarîya seyeheta li Tirkîyeyê ‘hat esehîkirin’ û ji ber vê yekê ji sîyonîstên li Tirkîye û li welatên derdorê Îranê re hişyarî hat dayîn û bal hat kişandin ku di nav van rojan de seyahatkirina li wan welaten “rîskek bilind” e.

Hat îfadekirin hişyarîya ku ji bona Tirkîyeyê hat dayîn ji ber “tehdîdên bi rastî” hat dayîn.

Di daxuyanîyê de hat dawxazkirin ku bila sîyonîstên ku li welatên dersînora Îranê ne “bi dîqetbin û tabi’ê hişyarîyan bibin”. (ÎLKHA)