HUDA PAR: “Divê cihê qebrên Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd û Seyyîd Riza bên eşkerekirin”

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê cihê qebrên Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd û Seyyîd Riza de bang li rayedaran hat kirin.

Ekleme: 30.05.2022 15:45:34 / Güncelleme: 30.05.2022 15:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji  teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de di bîran hat xistin ku ji ber taleba malbata Şêx Seîd Mahkemeya Îdareyê ya 5emîn a Enqereyê ji Wezareta Karên Hundir agahî daxwaz kir û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Cihên qebra Şêx Seîd û 47 hevaldozên wî yên ku di sala 1925an de li Derîyê Çiyê ya Diyarbekirê hat îdamkirin digel temamê daxwazan ji malbat û raya giştî tê veşartin.  Ger ev yek bihata kirin ew ê feydeyeke mezin daba çareserîya meseleya Kurd, lê belê dewlet bi israr vê yekê nake ku sedema vê yekê bi serê meriv nakeve.”

“Divê bi şikleke fermî bê qebûlkirin ku zilm li alimên Kurdan nexasim jî li Şêx Seîdê ku ji teref Kurdan ve tên qebûlkirin hatiye kirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, divê êdî dewlet wê zilma ku li mezinên Kurdan hatiye kirin qebûl bike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê bi şikleke fermî bê qebûlkirin ku zilm li alimên Kurdan nexasim jî li Şêx Seîdê ku ji teref Kurdan ve tên qebûlkirin hatiye kirin.Her wisa divê cihê qebrên Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd û Seyyîd Riza bên eşkerekirin û demildest arşîvên Mahkemeyên Îstîklalê bên parvekirin.  Em hêvî dikin Wezareta Karên Hundir ê ku heta îro di vî warî de tu gav navêtîye ji niha şûnda tiştinan bike û belgeyên di destên xwe de bi mahkemeyê re parve bike.”(ÎLKHA)