Rusya: Me 183 balafir û 128 helîkopterên Ukraynayê da erdê

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê geşedanên dawî de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 30.05.2022 14:45:34 / Güncelleme: 30.05.2022 14:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Konaşenkov di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji 24ê Sibatê vir ve di pevçûnên ku hêj berdewam dikin de ew 183 balafir û 128 helîkopterên Ukraynayê dan erdê.

Konaşenkov di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bilî vê yekê w 1064 balafirên bêînsan ên Ukraynayê jî dane erdê û 325 pergalên mûşekan a parastina asîmanî jî hedef girtine.(ÎLKHA)