Ji Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê ji NYyê re bertek

Wezareta Karên Derve ya Emîrtîya Îslamê ya Efxanîstanê, îddîayên NYyê ku îddîa kir “Li Efxenîstanê hêzên xerîb aktîfin” şermezar kir.

Ekleme: 30.05.2022 13:55:34 / Güncelleme: 30.05.2022 13:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Derve ya Emîrtîya Îslamê ya Efxanîstanê, derheqê rapora Koma Nêrtina Konseya Ewlehîyê ya NY ku destnîşan kiribû li Efxenîstanê hêzên xerîb aktîfin de daxuyanîyek niviskî belav kir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin û li ser rapora ku hatîye çêkirin bal hat kişandin ku ew rapor bi temamî derew e û “bi tundî tê redkirin”.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji bidestxistina bireveberîyê yê ku Emîrtîya Îslamê bidestxistîye heta niha di Efxenîstanê de, zirarên ku ji welatên dinyayê û ji welatên herêmê re bên kirin hatine astengkirin, xeyn ji vê di nav 9 mehên dawîn de jî ji bona ku bi welatan re hawirek ewlehîyê tertîp bike xebatê dike.

Di daxuyanîyê de weha jî hat gotin, “Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê soza xwe cardin nû dike û temînatê jî dide ku di nav ‘erdên Efxenîstanê de ew ê ji bona ku ji welatên dinê re zirar bê dayîn îzîn nede.” (ÎLKHA)