Serwîsa xwendekaran û li tir li hev qelibîn: 11 birîndar

Li Mêrsînê serwîsa xwendekaran û tir li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran tev de 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 30.05.2022 13:40:37 / Güncelleme: 30.05.2022 13:40:37 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Sîlîfkeyê di seatên serê sibê de li ser rêya D-400a Taxa Işikliyê serwîsekê xwendekaran û tirek li hev qelibîn.

 Di encama qezayê de 9 jê xwendekar tev de 11 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesin birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Sîlîfke û nexweşxaneyeke taybet.

Hat îfadekirin ku rewşa xwendekarek û şofêrê serwîsê giran e. (ÎLKHA)