Li Hîndîstanê qemyon li otobûsê qelibî: 7 mirî 11 birîndar

Li Hîndîstanê di encama qelibandina qemyonê ya li otobûsê de 7 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 30.05.2022 10:55:28 / Güncelleme: 30.05.2022 10:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li herêma Rentachîntalaya ku girêdayê navçeya Palnaduya wîlayeta Andra Pradeşê ye qemyonek li otobûsê qelibî.

Di encama qezayê de 7 kesên ku di nav otobûsê da bûn canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Tehqîqata ku derheqê qezayê de hat destpêkirin hê berdewam dike. (ÎLKHA)