Li Emrîqayê êrîşeka bi çek li mîhrîcanê hat kirin: Mirîyek û 7 birîndar

Li wîlayeta Oklahomaya Emrîqayê di mîhrîcanekê de bi çekan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.05.2022 10:45:29 / Güncelleme: 30.05.2022 10:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku êrîş li herêma Tafta li bajara Tulsaya Oklahomayê di mîhrîcaneke vekirî de pêk hat.

Ji teref polês ve hat daxuyandin ku êrîşdareke 29 salî di di mîhrîcaneke vekirî de êrîş li xelqê kir û di êrîşê de pîrekeka 39 salî mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku êrîşdar piştî êrîşê teslîmê polês bû.

Li gorî agahîyan rewşa birîndaran ne giran ne. (ÎLKHA)