Li Brezîlyayê hezaz û lehî: 84 mirî

Li wîlayeta Pernambucoya Brezîlyayê, ji ber lehî û hezazê hêjmarên mirîyan derket 84 kesan.

Ekleme: 30.05.2022 10:05:29 / Güncelleme: 30.05.2022 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Paulo Camarayê Walîyê Wîlayeta Pernambucoyê daxuyand ku, ji ber lehî û hezaza ku ji hefteya borî berdewam dike hêjmarên mirîyan derket 84 kesan.

Camara, îfade kir ku bi taybetî li 12 herêmên ku rewşa wan di nav qrîtîkê de ye xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike.

Li wîlayeta Pernambucoyê di 14 bajaran de ji ber barîna barana zêde rewşa acîl hatibû îlankirin, nêzê 400 kesan jî ji herêmên xwe hatibûn tehlîyekirin. (ÎLKHA)