Li Efxenîstanê cîsma ku zarok pê dileyîstin teqîya: 2 mirî

Li wîlayeta Kunduza Efxenîstanê cîsmeke ku zarok dîtin û bi wî leyîstin teqîya, di encama teqîna cîsmê de 2 zarok canê xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû.

Ekleme: 28.05.2022 16:10:19 / Güncelleme: 28.05.2022 16:10:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku polêsa mehellî ji çapemenîyê re belav kir, li herêma Bagh-e-Merîya wîlayeta Kunduzê zarokek, teqemenîyeke ku di dema herbê de maye dît û bi wî leyîst, dû re teqîn pêk hat.

Polês îfade kir ku di encama teqînê de 2 zarok canê xwe ji dest dan û zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî Wezareta Karên Mirovahî û Bireveberîya Afeta Dewlet ya Efxenîstanê, li welat her meh ji ber mayînên binê ‘erdê û teqemenîyên dinê 120 kes dimrin an jî seqet dimînin. (ÎLKHA)