Li Endonezyayê kelek bin av bû: 26 kes winda bûn

Hat destnîşankirin ku li nêzê Girava Sulawesîya Endonezyayê kelekekê ku 43 kes tê de bûn bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de 26 kes winda bûn.

Ekleme: 28.05.2022 14:30:32 / Güncelleme: 28.05.2022 14:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kelekê ku ji Makassaraya paytexta wîlayeta Sulawesîya Başur derket rê, roja pêncşemê bin av bû  ku hê jî sebeba wê nayê zanîn.

Ji teref Serokatîya Xelaskirin û Lêgerîna Sulawesîya Başur ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku, di nav kelekê de 43 kes hebûn û hinek kesên wan bi keleka alîkarîyê hatin xelaskirin û dûre hatin birin bajarên Banjarmasîn û Jenepontoyê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku kelek dibe ku ji ber kêmasîya mazot û hewaya xirab bin av bûbe, xebatên lêgerîn û xelaskirina ku ji bona 26 kesên winda bên xelaskirin berdewam dike. (ÎLKHA)