Otobûsa ku leşkerên Hîndîstanê tê de bûn qeza kir: 7 mirî

Li herêma Ladakha ku di navbera leşkerên Hîndîstan û Çînê ji ber sînorê pevçûn derdikeve de otobûseke ku leşkerên Hîndîstanê tê de bûn li gelî gêr bû. Di encama qezayê de 7 leşker mirin û 19 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.05.2022 10:45:31 / Güncelleme: 28.05.2022 10:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref polês ve hat daxuyandin ku, otobûsa ku ji teref artêş ve hatibû kirêkin li alîyê herêma Ladakhê li Gelîyê Nubrayê gêr bû û di encama qezayê de 7 leşker mirin û 19 leşker jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku leşkerên birîndar hatin rakirin nexweşxaneya ku li bajara Chandîgarhê ye. (ÎLKHA)