Rejima sîyonîst a îşxalker zarokekî Filistînî şehîd kir

Li herêma Beytlahîma Şerîaya Rojava zarokekî 15 salî di encama êrîşa rejima îşxalker de şehîd bû.

Ekleme: 28.05.2022 10:40:11 / Güncelleme: 28.05.2022 10:40:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîya Filistînê ve hat belavkirin, Zeyd Saîd Muhammed Guneymê 15 salî, di encama êrîşa rejima îşxalker ku li herêma Beytlahîmê kir de şehîd bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku sê gule li Guneym ket, yek gule li stuyê wî du gule jî li pişta wî ket û dûre hat rakirin Nexweşxaneya Îhtîsasa Yemameyê.

Di encama êrîşên rejima îşxalker de ku li çend herêmên cuda kir 90 kes birîndar bûbû. (ÎLKHA)