Li Burkîna Fasoyê 50 sîwîl hatin kuştin

Li wîlayeta Kompîengaya li rojhilata welat ji teref kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 50 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 27.05.2022 16:50:36 / Güncelleme: 27.05.2022 16:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hubert Yameogoyê Walîyê Herêmê, derheqê êrîşê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li alîyê Madjoarîya li wîlayeta Kompîengayê ji teref kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve ji sîwîlan re êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 50 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Yameogo, di berdewama daxuyanîya xwe de dîyar kir ku li herêmê ewlehîyên ku lazim e hatin girtin.

Hê tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)