Emrîqayê ku alîgirê rejima sîyonîst a îşxalker e, ji qerara Iraqê aciz bû

Emrîqa, acizîya xweya ji qebûlkirina qanûna ku di Meclîsa Iraqê de hat qebûlkirin dîyar kir û destnîşan kir ku ew ê ji welatên ku bi rejima îşxalker re hevkarî û normalbûnî bikin re alîkarîyan bikin.

Ekleme: 27.05.2022 14:45:31 / Güncelleme: 27.05.2022 14:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Emrîqayê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat destnîşankirin , “Emrîqa, ji qebûlkirina qanûna bi îsraîlê re eleqe û normalbûnê bê kirin ew ê sûc bê hesinbandin ya ku bi di Meclîsa Iraqê de hatîye qebûlkirin nerazîbûna xwe tîne ser ziman.”

Di daxuyanîyanîyê de hat îddîakirin ku qanûn “azadîya îfadeyê dike nav talûkeyê” û “navendeke antîsemîtîzmê teşwîq dike” û vê fikrê parast ku ji bona welatên ku cîranê Iraqê ne, normalbûnîyên ku bi rejima îşxalker re kirine re ev normalbûnîya kirine ji bo wan “firsetek nû ye” û “pêşveçûnek e” û hat gotin ku ev qirara ku hatîye girtin jî ji vê tiştê re “dijî hev” e.

Di dawîya axavtinê de hat îfadekirin ku Emrîqa, ew ê “alîkarîya xwe ya bi şeklekî bi qewet û nehêjikandin” ya ji rejima îşxalker re berdewam bike û îfade kir ku ew ê bi cîranên rejima îşxalker re jî eleqeyên xwe di nav lêgerîna “aştî û xweşî”yê de zêde bikin.

Iraq, normalbûnîya bi rejima îşxalker re qedexe kir

Meclîsa Iraqê, qanûna ku bi rejima îşxalker re normalbûnîyê qedexe dike qebûl kir.

Qanûna ku di Meclîsa Iraqê de hat hilbijartin, di encama 275 raya tesdîqkirinê de hat qebûlkirin û êdî li gorî qanûnê bi tevî eleqekirin û normalbûnîyê, hevkarî kirin jî êdî bi “sûc” bê hesibandin.

Di qanûnê de êdî kesên ku bi rejima îşxalker re sîyasî, dîplomatîk an jî di ewlehîyê de hevkarîyê bike wan kesan ew ê bi “xeniqandin” û bi “cezayê bêdawî” bê darizandin.

Sadr: Derkevin derve û pîrozbayîyan bikin

Muqteda Es-Sedrê Serokê Hereketa Sedrê, piştî qebûlkirina qanûnê daxuyanîyek da, di daxuyanîya xwe de ji xelqê re bang kir û ji xelqê re got ku du rekeat nimêja şikrê bikin û derkevin derve pîrozbayîyan bikin. (ÎLKHA)