Li Entabê xwendekaran beşdarê pêşbirka hedîsê bûn

Li Entabê ji bona xwendekaran bi armanca fêhmkirin û hînkirina hedîsan pêşbirkeke hedîsan hat tertîpkirin ji wê pêşbirkê re jî eleqeyek mezin hat nîşandan.

Ekleme: 27.05.2022 14:20:33 / Güncelleme: 27.05.2022 14:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwendekaran, di “Pêşbirka Xwendina bi Ezberî ya 40 Hedîsan” ku ji teref Dibistana Navîn a Can Alevlîya ku girêdayê Midirtîya Perwerdehîya Millîya Navçe ya Şahînbeyê ye ve hat tertîpkirin de ji bona ku hedîsan ezber bikin bi hevdû re pêşbazî kirin.

Ji pêşbirka ku bi armanca hînkirina mihîmtîya hedîs û sinnetê ya ku kehnîyên esas yên Îslamê ne re ku di eywana konferansa Dibistana Navîn a Can Alevlîyê de hat tertîpkirin re gelek kes beşdar bûn.

Di dawîya bernameyê de ji xwendekarên ku dîyarîyan qezenc kirine re dîyarîyên wan hatin teqdîmkirin.

Yusuf Aykurtê Midirê Dibistana Navîn a Can Alevlîyê di vekirina fuarê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bila ji xwendekaran re sazkirina ciheke ku di li wê derê de dikaribin kêfxweş bibin, lêgerînan bikin û tiştan hînbibin e.

Xwendekaran di bernamyê de tiştên ku bi eleqe û qabiliyetên xwe çêkirine jî nîşan dan. (ÎLKHA)