Li Marîupolê di binê enqazê de 70 ceset har derxistin

Li bajara Marîupola Ukraynayê di binê enqazekê ku di nav febrîqeyekê de bû de 70 ceset hat derxistin.

Ekleme: 27.05.2022 12:05:28 / Güncelleme: 27.05.2022 12:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Petr Andrîuscenkoyê ji Şaredarîya Marîupolê ye di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di binê febrîqeya Oktîabraya ku di encama êrîşên Rusyayê de xira bûbû de 70 cesed hatin derxistin.

Andrîuscenko, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir cesedên ku hatine dîtin ji herêma Kirima Berê re hatin şîyandin.

Andrîuscenko, got ku hê nasnavên wan cesedan nehatin tespîtkirin.

Bajara Marîupola ku ji teref Rusyayê ve hatibû dorpêçkirin û tê bombekirin hema hema bi temamî hatîye xirakirin. Tê destnîşankirin ku li bajêr di encama êrîşên Rusyayê de herî kêm 22 hezar sîwîl hatin kuştin. (ÎLKHA)