Di tesîseke aîdê Wezareta Parastina Îranê de teqîn: Mirîyek

Hat destnîşankirin ku di navenda lêgerîna ku girêdayê Wezareta Parastina Îranê ye de teqîn pêk hat, di encama teqînê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 26.05.2022 14:05:28 / Güncelleme: 26.05.2022 14:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera medyaya Îranê ku ew jî ji rayedarên Wezareta Parastinê bidestxistine, li herêma Parçînê di navendeke lêgerînê ku girêdayê wezaretê ye de teqîn pêk hat.

Hat dîyarkirin ku di encama teqînê de mihendisek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ji teref rayadaran ve derheqê teqînê de agahîyek nehat belavkirin.

Li herêma Parçîn a ku sanayîya parastinê li wê derê zêde dibe, tesîsên nukleer a Îranê jî hene. (ÎLKHA)