Ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê 21 hezar û 400 Cihû hatin anîn axên îşxalkirî yên Filistînê

Hat ragihandin ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê vir ve heta niha ji Ukraynayê 21 hezar û 400 Cihû hatin anîn axên îşxalkirî yên Filistînê.

Ekleme: 26.05.2022 11:50:27 / Güncelleme: 26.05.2022 11:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera rojnameya Jerusalem Post 10 hezar û 19 Cihû ji Ukraynayê, 9 hezar û 777 Cihû ji Rûsyayê û 455 Cihû jî ji Rûsyaya Spî hatin anîn wan axên îşxalkirî yên Filistînê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Cihû li ber sînora Ukraynayê ofîs vekirine û Cihûyên wê derê teşwîq dikin da ku werin li ser wan axên îşxalkerî yên Filistînê.(ÎLKHA)