Şehzade Demîrê Sekreterê Gişyî yê HUDA PARê, hevdîtina Yapicioglu-Erdogan nirxandin kir

Şehzade Demîrê Sekreterê Gişyî yê HUDA PARê, pirsên ku derheqê hevdîtina Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokkomar Recep Tayyîb Erdogan de bersivan da.

Ekleme: 26.05.2022 11:10:01 / Güncelleme: 26.05.2022 11:10:01 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Demîr derheqê hevdîtina ku ne li ber çapemenîyê hat kirin de axivî û weha got, “Me sala borî di meha Hezîranê de piştî kongreya giştî li her herêmên welat zîyaretan kir. Me pirsgirêk, zehmetî û daxwazîyên xelqê gohdar kir. Di dema van zîyaretan de jî Serokê me yê Gişî jî weha gotibû, ‘Em nabêjin em demaku werin îqtîdarê pirsgirêkên we çareser bikin.’ Bi îzna Xwedê ku ji me re bike nisîb dema ku em werin îqtîdarê, em werin cihên meqamên ku qirar bên dayînê, ji bona çareserîya pirsgirêkan û ji bona çareserîya daxwazîyan ji bona tiştên ku ji destê me bê em bikin em ê micadele bikin. Encax dema ku em di muxalefetê de bin jî ji bona çareserîyê tiştên ku ji destê me bê heye. Ji van tiştan yek jî ev e ku em ji bona çareserîya van pirsgirêkan, ji îqtîdarê re teslîmkirina wan çareserîyan û daxwazîyan, ji bona çareserîya xelqê jî teqîpvanîya van meseleyan e. Di vê çarçoveyê de me pirsgirêkên xelqê me yên ku cudayên herêma welatê ne ji destê ‘ewil îmkan dît û teslîmê Birêz Serokkomar kir.”

Demîr ji pirsa ku teleb ji kê hatîye re jî weha bersiv da, “Qewlê me daxwaz kiribû. Tiştê ku wek min got ji bona daxwazî û pirsgirêkên xelqê teslîm bikin qewlê me daxwaz kiribû.”

Ji pirsa ku di hevdîtinê de meseleya îttîfaqê jî hat nirxandin an jî nehat nirxandin re jî weha got, “Piranê li ser meseleyên welat hat axivandin.” (ÎLKHA)