Li Tunusê qezaya kelekê: Mirîyek, 75 kes winda bûn

Li Tunusê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû. Di encama bin av bûna kelekê de 24 kes hatin xelaskirin, kesek canê xwe ji dest da û ji bo 75 kesên ku winda bûne jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike.

Ekleme: 25.05.2022 17:45:34 / Güncelleme: 25.05.2022 17:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku kelek li alîyê Safaksê bin av bû û 24 kes hatin xelaskirin, kesek mir û 75 kes jî hê winda ne.

Li gorî agahîyên ku hatine bidetxistin kelek ji bajara Zuvaraya Lîbyayê derketîye rê.

Hat îfadekirin ku ji bona 75 kesên ku winda bûne jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)