Karkerên ku di me’denê de asê mabûn bi mirîtî hatin dîtin

Li Burkîna Fasoyê laşên karkerên ku bû 39 roje di bin me’denê de mabûn hatin derxistin.

Ekleme: 25.05.2022 16:55:12 / Güncelleme: 25.05.2022 16:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di encama xebatên lêgerîn û xelaskirina ku di me’denekî yê ku li wîlayeta Sanguîe ye de hat kirin de ji 8 karkeran laşên 4 karkeran hatin dîtin.

Hat îfadekirin ku ew ê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam bike.

Li herêmê 6 karkerên ji Burkîna Fasoyê, karkerek ji Tanzanyayê û karkerek jî ji Zambîyayê di binê me’dena ku ji ber barîna baranê hilweşîyabû de mabûn. (ÎLKHA)