Li Ukraynayê di bodrûma avahîyek de 200 cesed hatin dîtin

Hat îddîakirin ku li bajara Marîupola Ukraynayê di bodrûma avahîyek de di dema xebatên rakirina enqazê de 200 cesed hatin dîtin.

Ekleme: 25.05.2022 11:50:29 / Güncelleme: 25.05.2022 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Petro Andryushchenkoyê Şêwirmendê Serokê Şaredarî yê Marîupolê daxuyand ku karkerên ku di dema xebata rakirina enqazê de dixebitîyan cesedên 200 kesan dîtin.

Andryushchenko, got ku cesed rizî bûne û bêhneke pîs belavê taxê bûye.

Rayedarên Ukraynayê destnîşan kirin ku ew di nav 90 rojên ku herb berdewam dike de nêzê 30 hezar leşkerên Rusyayê kuştinê, ji 200î zêdetir balafir û helîkopter, bi hezaran tenqên Rus, erebeyên bi zirh û amûrên dinê îmhe kirine. (ÎLKHA)