HUDA PAR: Afîşa “miltecî”ya Şaredarîya Bolûyê ya CHPê rasterast nijadperistî! ye

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanîya nivîskî hat belavkirin.

Ekleme: 25.05.2022 11:30:30 / Güncelleme: 25.05.2022 11:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê zem, afîşa şaredarîya bolûyê, herba Ukrayna û Rusyayê de nirxandinan hat kirin.

HUDA PAR, bal li ser afîşên şaredarîya CHP ku daxwaz dike bila miltecî ji welat biçin kişand û destnîşan kir ku ev tişt nijadperistîye û weha hat gotin, “Sebebên îltîcayê hê ji navend nehatîye rakirin ji be rvê vegerandina miltecîyan ya bi zorê ne bi ‘adil û însanî ye”.

“Em vê tewra bê însanî ya ku bi rasterast nijadperistîye red dikin”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji çar alîyê cîhanê bi milyonan însan mecbûr mane ku hatine Tirkîye, “Çi qas jî zimanên wan, rengên wan, ‘eslên wan cuda be jî wan miltecîyan piranîyê wan birayên me yên Misilman in, hemdînîyê me ne. Mixabin di demê dawîn de hinek sîyasî û hinek rayedarên mehellî bi gotin û tiştên ku dikin wan miltecîyan hedef digrin. Şaredarîya Bolûya CHPê ya ku berê ji miltecîyan heqê avê zêde distand û ji bona zewacê jî hinek şertên giran anîtibû vê carê jî bi afîşên ku avêtibûn ceddeyên bajêr peyamek ku êdî bes e, ji li vir biçin dide. Em vê tewra bê însanî ya ku bi rasterast nijadperistîye red dikin. Ji bona çi dibe bila bibe hemû koçan , encamek e. Tu car meseleya ku li ser encamê bê nirxandin nayê qebûlkirin. Hê ku sebeba îltîcayê ji nav nehatîye rakirin vegerandina miltecîyan ya bi zorê him ne ‘adil û him jî ne însanî ye.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku bila hemû kesên ku eleqedar in, bila li hember miltecîyan hestyar bin û daxuyanî weha berdewam kir, “Gerek hikumet, li hember êrîşên ku li miltecîyan tê kirin tedbîran bigre, ji her çalakîya ku ew ê civakê bike nava kaosê re bi lez bersiv bide û midexele bike. Bi tevî van tiştan ji bona şertên vegerandina miltecîyan bi welatên herêmê û sazîyên navneteweyî re minasebetên çareserîyê bi lez bên tertîpkirin. Di vê meseleyê de bi taybetî Îran û Tirkîye di Sûrîyeyê de gerek hê wext zû derbas nebe ji bona zemîna çareserîyê însîyatîfan bigrin. Dema ku meseleya Sûrîye çareser bibe ew ê meseleya miltecîyan yê li Tirkîyeyê jî bi piranî çareser bibe.”

“Ew gavên ku ji bo pê pêşîya wan proje û sepanên ku pê tê xwestin malbat bê tunekirin tê avêtin ne bes in”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin êrîşên ku li sazîya malbatê tên kirin û di bîran hat xistin ku di Sempozyuma Malbatê ya Navneteweyî ya Yekemîn a ku li Stenbolê hat lidarxistin de di serî de Serokkomar û gelek rayedar qala ehemîyeta malbatê û parastina wê kirin. Û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Sempozyum ji ber ku cara ewil hat tertîpkirin muhîm e, em hêvî dikin netîceyên vê sempozyumê xwe di sehayê de nîşan bidin. Lê belê ew gavên ku ji bo pê pêşîya wan proje û sepanên ku pê tê xwestin malbat bê tunekirin tê avêtin ne bes in.  Lewra tiştên ku tên gotin û tiştên ku li sehayê tên dîtin gelek zêde dûrî hev in. Hêj destek dayîn wan festîwal, bernameyên kêfê yên ku êrîşê nirxên malbatê tên kirin tê dayîn û hêj fîlmên sînemayê, rêzefîlm û bernameyên din ên ku sazîya malbatê pê tên tarûmarkirin bênavber berdewam dikin. Her wisa ew mexdîrîyeta wan kesên ku di emrê ciwan de zewicîne  berdewam dike û mêr hêj di hepsê de tên girtin. Birêz Erdogan di warê tespîta nexweşîyê de tespîteke xweş kiribû, lê divê demildest dest bi tedawîkirina vê nexwşîyê bê kirin. Di serî de divê  dev ji qanûna 6284 û her wisa temamê mewzûatên Xerbî bê berdan û polîtîkayên li gorî nirxên me bên şopandin.”

“Em di demeke wisa de ku însan li gor kêfa xwe zamê dikin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew zamên ku di demên dawî de tên kirin êdî bûne parçeyeke jiyana însanan û dû re wiha li nirxandinê hat zêdekirin: “Ji ber ku şertên pîyasayê xera bûye pêvajoya qeyranê dest pê kiriye ku di vê rewşê de hinek derdorên ku dixwazin ji vê pêvajoyê bi kar derkevin hene ku ev kesên ku di nav vê derdorê de ne zam li ser zamê dikin û van zaman rojane û heftîyane dubare dikin. Ev kes vê yekê ji xwe re kirine adet û li gor kêfa xwe zamê dikin. Exlebe nediyar kî li gor çi zamê dikin.Wek mînak; berîya Remezanê kîloya şekir 6 TL bû lê ji nişka ve kîloya wê derket 14-15 TL. Sektora taybet mesûlê vî karî hat nîşandan. Piştî demekê fîyat dîsa ketin û ji nişka ve kîloya şekir derket 20 TLyî. Ew zama ku keyfî li şekir tê kirin bi heman awayî li wan tiştên din ên ku îxtîyacên muhîm ên rojane ne tên kirin e. Kes nizane zam li gor çi tên kirin. Em di demeke wisa de ne ku însan li gor kêfa xwe zamê dikin. Ger pêşîya vê bêkontrolîyê neyê girtin ew ê kaos û qeyraneke mezin pêk bê.”

“Divê demildest dawî li wê herba ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike bê anîn”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî û benderên Ukraynayê ji îxracata zad re neyê vekirin ew ê xela û koçên girseyî dest pê bikin û dû re wiha hat gotin: “Hejmara însanên ku li cîhanê bi bêewlehîya xurekê re rûbirû mane di du salên dawî de ji 135 milyonan. Ji ber qeyrana tedarikê  li wan herêmên ku lê bi bêîstîqrarî, pevçûn, hişkesalîyê micadele tê kirin  drama însanî nebaştir dibe. Divê demildest dawî li wê herba ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike bê anîn û ji bo ew astengîyên li ber tedarika zad bê kirin divê hevkarîya navneteweyî bê kirin û her wisa li dijî zêdebûna heqê xurekan û tesîra xerabkar a enflasyonê gav bên avêtin.  Ji bo wan herêmên ku ji qeyrana mewcûd herî zêde tesîrdar bûne  fona hevpar bê veqetandin û ji wan welatên ku nexasim penaber li ku derê hene re desteke îqtîsadî bê dayîn.” (ÎLKHA)