Çavuşoglu, bi Abbasê Serokê El-Fetîhê re hevdîtin kir

Mewlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye, di çarçoveya zîyareta fermî de, bi Mahmud Abbasê Serokê El-Fetîhê re hevdîtin kir.

Ekleme: 25.05.2022 10:20:29 / Güncelleme: 25.05.2022 10:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mewlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye, di çarçoveya zîyareta fermî de çû bajara Ramallaha Filsitînê.

Balafirê Çavuşoglu, xwe li Tel Avîva ku di bin îşxala rejima sîyonîst de ye danî, dû re ji li vê derê jî çû Ramallahê û li vê derê jî ji teref Rîyad El-Malîkîyê Wezîrê Karên Derve yê Filsitînê ve hat pêşwazîkirin.

Çavuşoglu, li Ramallahê bi tevî Malîkî hevdîtina dualî kir û beşdarê civîna Komîteya Hevpar ya Filistîn-Tirkîye bû. Piştî civînê 9 peymanên ku hevparîya herdu welatan pêşve bibe hatin îmzekirin.

Çavuşoglu dû re ji teref Mahmud Abbas ve hat pêşvazîkirin.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de meseleyên heremî hatin nirxandin û Çavuşoglu, Abbas jî dewetê Tirkîye kir.

Çavuşoglu ew ê îro biçe rejima îşxalker û bi rayedaran re hevdîtinan bike. (ÎLKHA)