Îşxalkeran di seatên serê sibê de êrîş li Cenînê kir.
Filistînîyan jî, li hember êrîşên wan îşxalkeran bersiv da û pevçûn pêk hat. Di pevçûnê de 3 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku Filsitînîyan jî di encama çalakîyên xwe de zirarê dan erebeyên îşxalkeran.
Xeyn ji van êrîşan, wan îşxalkeran li gundê Al-Ramadîna Kalkîlyayê jî Mizgefta Al-Samudê ji ber ku bêdestûre xira kirin.
Îşxalkeran mizgeftek xira kir
Hatem El Bakrîyê Wezîrê Karên Dîn û Weqfên Filistînê, derheqê meseleyê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de ji xirakirina mizgeftê re bertek nîşan da.
El Bakrî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, vê xirakirina mizgeftê hovîtîya wan îşxalkeran a li ser pîrozên Filistînê bi aşkerahî nîşan dide û ev êrîş jî êrîşeke yê ji Misilmanan û hîssên wan re ye.
El Bakrî, di dawîya axavtina xwe de bang li sazîyên navneteweyî û Îslamî kir ku bila ji bona ku ev êrîşên îşxalkeran dawî bibe bertekan nîşan bidin. (ÎLKHA)