Li Iraqê 12 sîwîl di êrîşa çekdar de canê xwe ji dest dan

Li bajarên Kerkuk û Dîyalaya Iraqê êrîşên bi çekdar pêk hatin, di encama êrîşan de 12 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.05.2022 15:40:29 / Güncelleme: 24.05.2022 15:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hicreya Medyaya Ewlehî ya Iraqê ve hatîye daxuyandin, li gundê Samî El-Asîya Kerkukê di dema cotkirina geniman de êrîş li cotkaran hat kirin, di encama êrîşê de 6 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku di êrîşê de bîçerek û hinek genim jî şewitîn.

Rayedarên leşkerî ya Dîyalayê jî dîyar kirin ku di encama êrîşê de 6 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku êrîş ji teref DAÎŞê ve hatîye kirin. (ÎLKHA)