Keleka ku Misilmanên Arakanê tê de bûn bin av bû: 17 mirî ji 50î zêdetir winda

Li Myanmarê keleka ku Misilmanên Arakanê tê de bûn ji ber rewşa hewaya xirab bin av bû. Di encama bin av bûna kelekê de 17 kes canê xwe ji dest dan û ji 50î zêdetir kes jî winda bûn.

Ekleme: 24.05.2022 12:05:28 / Güncelleme: 24.05.2022 12:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat dîyarkirin ku li Myanmarê keleka ku Misilmanên Arakanê tê de bûn ji ber rewşa hewaya xirab bin av bû û ji ber vê yekê herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dan û ji 50î zêdetir rêwî jî winda bûn.

Hat îfadekirin ku ji bona mirovên winda bên dîtin xebatên lêgerînê hat destpêkirin.

Li gorî daxuyanîyê keleka ku hatîye binavbûn di tarîxa 19ê Gulanê de li wîlayeta Arakanê ji bona ku biçe Malezyayê bi rê ketibû. (ÎLKHA)