Dîmenên pevçûna li Dîyarbekir derkete holê

Pevçûna ku li Çêrmûkê di nav qehwexaneyekî de pêk hatibû û kesek miribû û 5 kes jî birîndar bûbûn, ji teref mirovek ve bi telefonê hat qeydkirin.

Ekleme: 24.05.2022 10:05:28 / Güncelleme: 24.05.2022 10:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mesele doh di seatên êvarê de li ser Ceddeya Zubeyde Hanim a li Taxa Tepeya Çêrmûkê pêk hatibû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera du koman de pevçûnek ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hatibû.

Bi berdewamkirina meseleyê mirovan bi çekan li hev xistin û Erhan Buyukkaya canê xwe ji dest da û 5 kesên dinê yên ku navên wan nehatîye bidestxistin birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Tehqîqata ku derheqê meseleyê de hatibû destpêkirin hê jî berdewam dike. (ÎLKHA)