Li Fîlîpînan di nav ferîbotê de şewat: 7 mirin

Li Fîlîpînan di nav ferîbotê de şewat derket, di encama şewatê de herî kêm 7 kes mirin û nêzê 120 kes jî hatin xelaskirin.

Ekleme: 23.05.2022 11:55:32 / Güncelleme: 23.05.2022 11:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li nêzê Girava Polîlloya Fîlîpînan di nav ferîboteke de şewat derket.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Ewlehîya Beravê ya Fîlîpînan ve hat belavkirin, di encama şewatê de 7 kes mirin û 120 kes jî hatin xelaskirin.

Hat îfadekirin ku 7 kes jî hê winda ne û ji bo ku wan kesên winda bên dîtin xebatên lêgerînê berdewam dike.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku ew li ser îhtîmala ku şewat di daîreya makîneyê pêk hat de disekinin. (ÎLKHA)