Li Dîyarbekir pevçûna bi çek: Mirîyek, 5 birîndar

Li navçeya Çêrmûka Dîyarbekir di nav qehwexaneyê de pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da û yek jê giran tev de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 23.05.2022 11:50:36 / Güncelleme: 23.05.2022 11:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di nav qehwexaneyekê ku li ser Ceddeya Zubeyde Hanim a Taxa Tepeya Çêrmûkê ye de di navbera du koman de pevçûnek ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Di encama pevçûnê de Erhan Buyukkaya canê xwe ji dest da û yek jê giran tev de 5 kes jî birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin û kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)