Li Fransayê du balafirên herbê li hev qelibîn

Li Fransayê di dema temaşeya firandina balafiran de du heb balafirên herbê li hev qelibîn. Di encama qezayê de bi tu kesê tiştek nebû.

Ekleme: 23.05.2022 09:50:30 / Güncelleme: 23.05.2022 09:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Cognac-Châteaubernardayê di dema temaşeyên hewayîyê de pêk hat.

Li gorî çapemenîya Fransayê du heb balafirên ji tîpa Rafaleyê di dema temaşeyê de di hewayê de li hev qelibîn. Her du balafirvan jî di binê ewlehîyê de hatin xwarê.

Hat dîyarkirin ku di dema qelibandinê de dûveke balafirê ji balafirê qetîya û li ser banekî ket, lê bi tu kesê tiştek nebû.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)