Li Iraqê firtûneya qûmê: Tetîla fermî hat îlankirin

Firtûneya qûmê ya ku doh di seatên serê de destpêkir tê hêvîkirin ku ew ê 2 roj jî berdewam bike, ji ber vê yekê di welat de îro tetîla fermî hat îlankirin.

Ekleme: 23.05.2022 09:25:28 / Güncelleme: 23.05.2022 09:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Iraqê firtûneya qûmê tesîra xwe berdewam dike.

Mustafa el-Kazimîyê Serokwezîrê Iraqê daxuyand, ji ber firtûneya qûmê ya ku tê hêvkirin îro di hemû kargehên dewletê û dibistanan de tetîla fermî hat îlankirin.

Hat daxuyandin ku ji ber firtûneya qûmê seferên balafirgehan jî hatin taloqkirin.

Ji teref Wezareta Perwerdehîyê ve jî îmtîhanên ku di dibistanan de bên kirin ji roja sêşemê re hat taloqkirin.

Sazîyên tenduristî û ewlehîyê ew ê ji vê tetîlê feyde negrin.

Rayedaran jî, ji welatîyan re, ji ber rîska fetisandinê hişyarî da ku bila dernekevin derve. (ÎLKHA)