Yapicioglu ji bo kesên ku di qezaya li Nîgdeyê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê kesên ku di qezaya li Nîgdeyê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand.

Ekleme: 22.05.2022 17:15:26 / Güncelleme: 22.05.2022 17:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di peyama ku weşand de wisa got:

“Ez ji Xwedê ji bo xuşk û birayên xwe yên  ku di rêya vegerê ya ji bernameya xortanîyê ya Edenê ya AK Partîyê divegerîyan qeza kirin û canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo malbatên wan jî sebra cemîl teleb dikim. Xweda şifaya xêrê bide kesên birîndar.”(ÎLKHA)