Li 50 bajaran li dijî PKK, FETO û DAÎŞê operasyon: 114 binçavî

Wezareta Karên Hindir ya Tirkîye daxuyand ku li 50 bajaran li dijî PKK, FETO û DAÎŞê operasyonên hevdemî hatin tertîpkirin, di encama operasyonan de 114 şikdar hatin qefaltin.

Ekleme: 21.05.2022 16:25:29 / Güncelleme: 21.05.2022 16:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Wezareta Karên Hindir ya Tirkîye ve hat daxuyandin, li giştîyê welat, di tarîxa 13-20ê Gulanê de operasyonên hevdemî hat tertîpkirin.

Hat destnîşankirin ku ji teref ekîbên cenderme yên Mûş, Mêrdîn, Mêrsîn, Dîyarbekir, Edîrne, Colemêrg, Stenbol, Kîlîs, Kocaelî, Qonye, Entelya û Balikesîrê ve li dijî endam, hevkar û ji kehnîyên îqtîsadî yên PKK/KCK-PYD/YPG, DAÎŞ û FETOyê di 16 edresên cuda de operasyon hat lidarxistin.

Hat îfadekirin ku di encama operasyonên ku li dijî PKKê li bajarên Mûş, Mêrdîn, Mêrsîn, Edîrne, Colemêrg, Entelya, Dîyarbekir û Wanê de 46 şikdar, di encama operasyonên ku li dijî Feto li bajarên Balikesîr, Qonye, Edîrne û Kîlîsê de 49 şikdar û di encama operasyonên ku li dijî DAÎŞê li bajarên Kocaelî, Wanê û Stenbolê hat kirin de jî 19 şikdar hatin qefaltin. (ÎLKHA)